Sonntag, 19. September 2010

GEREBÊT - çîroka armeniyê dawî li Reco, Kurdaxê

Gerebét - story of the last armenian refugee in Rajo, Kurd-Dagh, Syria.

Gerebét - Geschichte des letzten armenischen Flüchtlings in Rajo, Kurd-Dagh, Syrien.

گربيت - قصة اللاجئ الأرمني الأخير في بلدة راجو، جبال الكورد، محافظة حلب، سوريا

Պատմությունը վերջին հայ փախստական ​​մի գյուղի քուրդ լեռներում (քուրդ - ԼԵՌ), Հալեպ, Սիրիա.

Ji çîrokên Çiyayên Kurmancan (Kurdaxê):

GEREBÊT - çîroka armeniyê dawî li Reco
 

..... Hebû tunebû kalmêrekî ergen, bijişkekî gelî û koçberekî armenî xwedanê qunaxekî textanî bi du taqan li ber ĥenefiyê avê li çiwarsiyê gundê Reco hebû. Gerebêt pursipî, tenik, nazîk û berve dawiya jiyana xwe ya pirr xemgîn de dilerizî, bardikir û her tim bi kesera gihiştina wateyekê di wa dinyayê xwe de, bi ĥesreta vegeranê li welatê daûbavên wî li Kîlîlkiya dimand. Gerebêt bi xwe di taqê jor de dijî, tê de hên kardikir hên jî maldikir. Di odeyê kar de hin kursî û refikên textî bo derzî û dermanan hebûn. Gerebêt bijişkekî bazarî yanê ji pîşeyê xwe kardikir, bo cefayê pere distand. Rûyê serekî û perendeyê (balkonê) qunaxê ber ve çiwarsiyê bûye. Deriyê qunaxê li layê paş bûye. Bi ser dereceyan (pilleyan) re mirov, mêhvan û dermanxwazan diketen qunaxê û jê derdiketin. Du dukanên firoştinê di bin qunaxê Gerebêt de hebûne: Yek ya Ĥec Weĥîd yê Ĥelebî û ya din jî a Reşîdê Şêxo ji gundê Ĥec Xelîl bûne. Weĥîd, berê peytarçiyê hesp û qantirên Reco bûye, wek Gerebêt kalmêrekî pursipî bû, bi tenya xwe di dukanê de kar û mal û xew dikir. Camiyekî piçok bi qentaran, belkî yê tevî kevin li deştê Baylan, bi navê wî li bajarokê Reco hebû. Gundê Reco ji destpêka xwe ya pirr kevin de bajarî bûye. Mala Recê ji koka Şêxanan (Şah- yan Şaxkanan) navê xwe dane Reco û va jî kirine bazar û bajar. Şêniyê Reco ji gelek gundên Kurdaxê hatiye; mirovên penahger, ajnebî, jîngane û gerîvan jî ji sedan salan de Reco dinasin.

Qunaxê Gerebêt ji textên Çiyayên Kurmênc û Gewir (Amanosê) û ji ĥeriyê hatibû avakirin - dibe ku di salên 1939-1940 de. Bi wextê re û bi zorê royê, germê û li ber şilî û baran ve qunax kevin û hinikê rizî, rengê wê jî belek, reşik bûbû. Gerebêt bi xwe yek ji armeniyên devera başur-rojavayê Sultaneta Osmaniyan, belkî ji Kîlîkiyayê li dorî Adana bûye. Çewsandin û revîna armeniyan di salên 1894-1918 de gurr bûbû, ji ber ku hevalbendan turk û alemanan di armeniyan de koleyên dijminan wek russiyan û englîzan didîtin. Komek ji armeniyên Kîlîkiya ji palamarên kuştinê reviyan û hatin li ber Çiyayê Musa (Musa Dagh) li başurî Çiyayên Gewir di ustana Îskenderûnê de - ya ku di wextê xwe de mala dewleta Suriyayê bûye - û bi destur û yarmetiya dewleta Fransa bicihbûn. Suriyê di vê demê di bin destê Fransa de bûye. Lê efrancan bi desttêwerdana jihuyan, amerîkan û englîzan rabûn ustana Îskenderûnê di sala 1939 de rabexşî turkan kirin, daku Turkiyê bi Alemanyayê Naziyan re nebe hevalbend di Cenga Cîhana Duwem 1939-1945 de. Bi va yekê re armeniyên Çiyayê Musa ji ber tirsa kûr ji turkan de û bi yarmetiya Fransa ji Îskenderunê (Ĥatayê) bazdan, pirr hatin Suriyayê, komek ji wan reviyan Çiyayên Kurmênc (Kurdaxê) û li Reco cihwarbûn. Li vir, li ber westgeha (stasiyonê) tirênê, li ser erdê, zewiyê Miĥyêdîn Axa ji gundê Atmana armeniyan qunax û beraxên xwe avakirin, paşran tek tûk û bi arê û yarmetiya şêniyên deverê ji axa (axdar) û gundiyên Baylanê hatin li bajarokê Reco bi cih, mal, xanî û dukan bûn. Şêniyê Efrînê (Kurdaxê) ji sala 1939 de bervê xwe êpih dane Ĥelebê mîran, ji ber ku Îskenderûn ji dest wan çûbû. Berî vê jî Ain-Tab û Kilis ji salên 1923 de ji Kurdaxê hatibûn birrandin. Armeniyên Reco jî wisa bûn: Hin bin hin, xurt û 'ewilan barkirin Ĥeleb, Beyrut û Parîsê, kalpîran jî li mal, li Reco mandin - Gerebêt û Meyrem Babac armeniyên tevî dawî yên li Reco bûne. Xaniya Meyremê di nav reyşê bi zinaran de, beraqe bû, ji text, şehvan, ĥerî û tenekan avakirîbû. Hin caran xizm û meyrên Gerebêt û Meyrem Babacê yên bi zar û xurtan ji Ĥelebê dihatin, serdana hevdu dikirin, germî, gengeşe çêdibû; lê paşran her du kalpîran li revendê ji nûh ve diketin bîr û mêjoyên xwe yên xemgîn.

Rojekê di destpêka salên 1970yan de bextreşiyek bi ser qunaxê Gerebêt, li bajarokê Reco hat û dîroka hebûna armeniyan li Reco bidawîkir. Êvar û şevên Deştê Baylan berve bihar û pahîzê hinekê ji bo kalpîran sar dibe, ji ber ku bayê ji ser Çiyayên Gewir yên berfgirtî di geliyê Serîsînê re sar dighîne Reco. Gerebêtê kal di qunaxê textî û ziya de jî zûtir diqerimî. Caran bi rojan ne şilî, ne baran hebûbûn, erd û ax ĥişk dibûn. Sobeyên mazotên (erdzêtê) diketin malên Reco; dema sobeyên hêzing û komiran derbazdibû. Gerebêt wek hemû xelkê Reco mazot li ba dukanê (kaziyê) Omerê ji gundê Mûskan bi lîteran di satilê de dikirî, dilopek li vir yek li wir dirijiya. Kalmêr Gerebêt westiya bû, gelek caran dihate ser balkonê û bangî xurtekî kazozfiroş, kirrê Silo, dikir, hin bi kurmancî û armenî, hin jî bi turkî, bi zimanekî tevlihevî, da ew mazotê yan tiştekî din jê re bikire. Destên Gerebêt dicirifî. Xwedê kir, di ber dema êvara wê rojê de, Gerebêtê bi tenê xwest sobeyê pêxîne, rabû bi destên lerizî bi satilê mazotê girt, hildajor û rijand depoyê sobeyê, bê ku di hinik tariyê de û bi çavên xwe yên pîr bûyî bibîne, biseke, ka mazot rijiyaye li ser erdê textî yê qunaxê yan ne, şivê kibrîtê dada û berda hundira sobeyê. Ha li vir, ha li wir alafê sor har bû û bi tîrên mazotê re wisa belav bû, sakmê qunaxa Gerebêt li benda vê reşbextiyê mabû. Gerebêt şaşbû, tirsiya, nizanî, nikanî çih bike, ket kût kir bireve, bi pêjemeyê malê ji qunaxê hate der, nikanî biqîriya jî, li navîna çiwarisiyê vala li hember qunaxê li ser pêyên xwas req ma û sêrkir, çon alafên agirê qunax ji ser û bin ve dişewitandin. Dema alaf û kulxan ji seriye qunaxê de pirr hilda, xelkê Reco pêĥesiya, bi sedan mirov bezî hatin, ketin rêzan û bi qadus û satilên avê kirin agirê vemirînin. Dema makînên agirkujên dewletê ji Efrîn û Ĥelebê gihêştin cihê şewatê, ji qunaxê Gerebêt bi tenê tillek ji ard, reşik û kuzikan mabû, hasin jî ĥeliyabû. Kes ne mir, ne jî birîndar bû, lê bellê xelkê Reco yarmetiya pereyan berhevda her sê malşewitiyan.

Gerebêtê armenî va şeva şewatê gişt bi xwe dît, pê re barkir Ĥelebê. Meyrem Babac jî nikanî bê cîran Gerebêt bijiya, xaniyê xwe firot û ji Reco derket, çû Ĥelebê. Her ĥal her du li wê derê ketin dêra kalpîrên armeniyan û tê de mirin. Gerebêt û Meyrem Babac armeniyên tevî paşîn bûn yên li Reco cihwar bûbûn. Neviyên wan armeniyan xelkê Reco ji bîr nedikirin, hinik danistan heta îro jî li Ĥelebê heye.

© Abdallah Osman, weşanvanek ji Kurdên Suriyayê ji Reco, danişt li Berlin, 2010.


Ararat Mountains and Bazid Castle in Northern Kurdistan with Ayshe Shan


.............................................................................
© Abdallah Osman, syrian-kurdish publicist, Germany; 2001-2010.
http://abdallah-osman.blogspot.com; http://baylan-rajo.blogspot.com
abdallah-osman@hotmail.de; abdallah.osman@gmail.com