Hebû tunebû li gundê Reco kalmêrek bi navê Meĥmedê Ûsib bi du mal li her du alên reyşê bi gelek zar û tifingan hebû. Meĥmed bi xwe ji gundê Mamilan, bilyan, ze'r xweş, dirêj û zirav û li gor demê jî xwende bû, lewma bûbû karmendê dewletê û wek parêzvanê çiya û daristanên li devera Reco kardikir, roj bi roj di nav deşt û newalan, li ser til û çiyayan digeriya. Wî nedihêşt pez û bizinên gundiyan dar û keleman bixwin, rûtbikin. Meĥmed bi dijmin bûye, serpiştê xaniyekê xwe bi dîwarekî qulqulî wek yê li kelayên leşkerî avakirîbû, bi va yekê jî hatibû naskirin. Meĥmed her sibê zû cil û bergên çawîşê îĥracê (çiyayê) li xwe dikir, tifingê xwe (martînekî alemanî) hildigirt û bi fermî dewran û geryanên xwe çêdikir, bi ber demê êvarî jî vedigerî malê xwe li rojavayê Reco. Rêka vegera wî jî êpêh di ber tirbê (gornên) Reco re derbaz dibû. Her carê Meĥmedê çawîş ji kêlên wan gornan nizîk dibû, dinya jî li deştê Baylan bi êvarî de hinikê tarî dibû, destê xwe yê rastê radikir jor û digot: Silavên Xwedê li we bin, hey miriyên bin erdê! Roj li vir, roj li wir, hin bi hin xelkê deverê ji va 'adet û wergeranê Meĥmedê çawîş bihîstin. Yek ji va xelkê jî ji dijminên wî yên kevin bû. Vî mirovî xwest ĥêfê (tollê) xwe li Meĥmedê Ûsib ji ber gunehekê li gundê Mamilan vede. Rojekê hat û pê Meĥmedê çawîş ket, dît ku ewî li ber demê êvarî vedigerê Reco û dixwazê rêka li ber tirban re bibe. Ew bi dizî melisî, çû nav gornan û xwe li paş kêlekê dirêjkir, veşart û li pê Meĥmedê çawîş mand. Gav bi gav di hinik tariyê de Meĥmed ji gornan nizîk bû, bervê xwe da kêlan, destê xwe yê rastê hilda jor û got: Silavên Xwedê li we bin, hey miriyên bin erdê! Tavilkê va mirovê me yê tollvedar ji paş gornê rabû ser piyan û bi dengê zelal û rewan bersivand û got: Silavên Xwedê li we bin jî, hey jiyandarên ser erdê! Meĥmedê çawîş veciniqiya, tirsiya, leriziya û hop û hop bazda, reviya ber ve gundê Reco bê ku yek caryekê jî li paş xwe binêhre, hate mal û ket duşekê nexweşiyê. Xelkê Reco û gundên deverê bihîstin, tak tûk serdanê mala Meĥmedê Ûsib kirin, kê jê pirsdikir jî va çîroka gornê jê re hewildida. Ha li vir ha li wir ew mirovê ji gundê Mamilan, yanê dijminê kevin yê Meĥmed û miriyê rapiyan bihîst çih bi serê meyrê wî hatiye. Rojekê li ber êşa Meĥmed keft û çû serdana wî bike. Meĥmedê Usib û mala wî gelek bi hatina va mirovê gundê xwe şad bûn. Gotinek li vir yek li wir, Meĥmed çîroka nexweşbûna xwe hewilda, mêhvanê wî jî di ber re xendikî, kenî û got: Law xalê Meĥmed, ez qurban, pirr nexweş nebe, ew mirovê bi te re gotiye "silavên Xwedê li we bin jî, hey jiyandarên ser erdê!" ezim, law min xwest bes ĥeyfekê xwe li we vedim, yek bi yekê, niha jî em ji hev pak bûn - ne wilo! Meĥmedê çawîş hema di cih de ji duşekê nexweşiyê hilpekî, çekên xwe dagirt û beziya ser piştê xaniyê, xwe pehn kir, çîfte û tifing di qulên dîwarê re dirêj kir û bangî dijminan kir: De hûn mêr in se, ka derkefin meydanê, ezê we yek bi yek bidim ber qarşînê! Zelûxê, kebanê malê, hema mêhvan revand derve, ji belayê Meĥmed filitand û de haydê va çîrokê bîhnveda û ji zimanekî bi zimanekî din ve belavbû.
© Abdallah Osman, weşanvanek ji Kurdên Suriyayê ji Reco, danîşt li Berlin, 2010.
.............................................................................
© Abdallah Osman, syrian-kurdish publicist, Germany; 2001-2010.
http://abdallah-osman.blogspot.com; http://baylan-rajo.blogspot.com
abdallah-osman@hotmail.de; abdallah.osman@gmail.com